Rûsya di warê geştiyariyê de Tirkiye tengav kir

Li Tirkiyê isal tê gotin ku hatina turîstên biyanî kêmtir bûye. Rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê herwiha ji ber aloziyên Rojhilata Navîn, geştiyariya Tirkiyeyê zerareke mezin dît.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Tirkiyê isal tê gotin ku hatina turîstên biyanî kêmtir bûye. Rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê herwiha ji ber aloziyên Rojhilata Navîn, geştiyariya Tirkiyeyê zerareke mezin dît. Li gorî agahiyên fermî, 36.2 mîlyon geştiyar di 2015’an de hatine Tirkiyeyê. Rêje, li gorî sala çûyî ji sedî 1.6 ket.

Geştiyarî ji bo aboriya Tirkiyeyê cihekê girîng digre. Ji ber gengeşiya Rojhilata Navîn, rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê û herî dawî teqîna SiltanEhmeda Stenbolê zerar da geştiyariya Tirkiyê. Li gorî agahiyên fermî 36.2 mîlyon geştiyar di 2015’an de hatine Tirkiyeyê. Rêje, li gorî sala çûyî ji sedî 1.6 ket.

Hat diyarkirin ku di nav geştiyarên biyanî de bazara Rûsan cihekê berfireh digre. Hatina geştiyarên Rûsî ji sedî 18,5 daket û di 3 milyon 649 hezaran de ase ma ye. Herwiha ji ber teqîna Stenbolê, geştiyarên Alman hatinên xwe kêm dikin.

Ji mîlyonekê zêdetir kes, di karê geştiyariyê de dixebitin. Niha sazî û esnafên geştiyariyê di nav kar û barekî de ne. Dixwazin ji ber vê rewşê çareseriyan bibînin. Hinek sazî pêşniyarên xwe ji hikûmetê re pêş keş kirin. Di nav pêşniyaran de tê dîtin ku dixwazin bala geştiyarên xwe malî, bikşînin.

Tê dest nîşan kirin ku geştiyarên Ereb jî zêdetir têne Tirkiyê. Ji aliyekî din ve rakirina ambargoya li ser Dewleta Îranê jî wek bazareke nû hêviyê dide geştiyariya Tirkiyê.