Mc Gurk: Dema Kurd ketin metirsiyê dê bibin yek

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Breet Mc Gurk, ragihand ku dema Kurd ketin metirsiyê wê çaxê dibin yek

K24 – Navenda Nûçeyan

 Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Breet Mc Gurk, ragihand ku dema Kurd ketin metirsiyê wê çaxê dibin yek û got: “Niha ku hest dikin hinekî metirsî li ser wan kêm bûye, nakokiyên wan ên navxweyî hene.”

Di goterekê de li civîna Komîteya Karûbarên Derve ya Kongresa Amerîkayê de, Mc Gurk, behsa nakokiyên navxwe yên li Herêma Kurdistanê kir û wiha axifî: “Hêz û aliyên Kurd di meseleyên navxweyî de ne yek in.”

Derbarê şandina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bo Kobanê jî, Nûnerê Obama pesnê wê biryara Herêma Kurdistanê da û wek “bûyereke dîrokî” pênase kir. Derheqa alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge de jî Mc Gurk got: “Bexda nebûye rêgir li pêşiya gehiştina her alîkariyekê bo Pêşmergeyan. Hewlêr bi awayekî serbixwe petrole difroşe û dahata wê nade Bexdayê, loma Bexda jî dibêje ez hatina petrola Besrayê nadim Hewlêrê.”

Di beşekî din ê gotara xwe de Mc Gurk qala şerê rizgarkirina Mûsilê jî kir û wiha pêde çû: “Hêzên Hevpeymaniya dijî DAIŞê ligel Pêşmerge û hêzên Sunne yên din di gotûbêjê de ne daku amadekariyeke baş bo êrîşkirina ser Mûsilê were kirin. Ji ber pêdiviya şerê rizgarkirina Mûsilê bi amadekariyên zêdetîr ên siyasî û ewlekariyê heye.”

Mc Gurk, da zanîn ku ji bo şerê Mûsilê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re ketiye têkiliyê û hevahengiyeke pêwist di navbera wan de heye.