Barzanî û Le Drian şerê DAIŞê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna di 52emîn kongreya Munchenê de, ligel Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cfea56d5-fe76-41d9-86e5-bf847e431c04/barzani.ism/manifest

K24 – Munchen

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna di 52emîn kongreya Munchenê de, ligel Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

Li gor peyamnêrê K24ê li Munchenê, ku Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

Di civînê de, pirsa hevkariya hêza Pêşmerge û rûbirûbûna şerê DAIŞê hate behiskirin.

Biryar e, di çarçova beşdarbûna Barzanî di kongreya Munchenê ya Ewlehiyê de ligel hejmarek ji serkirde û berpirsên payebilind yên welatên Ewropayê bicive.

Biryar e sibe, duyemîn roja kongreya Munchenê bo Asayişa Cîhanê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî panelekê encam bide.

Di wê kongreyê de, 23 serok û 50 wezîrên welatan beşdar dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji beşdarên wê kongreyê ye.

Pirsa rûbirûbûna DAIŞê, terorê û krîza penaberan û nakokiyên di navbera welatan ji girîngtirîn mijarên kongreya Munchenê ne.