Carter:Îmarat û Siûdiyê beşdariya di rizgarkirina Reqayê de dikin"

Li gor çavdêrên siyasî, bi biryara her yek ji Rûsya û Amerîkayê li ser erdê Sûriyê li ser sê beşan hatiye dabeşkirin, Erebên Sûne jî dixwazin navçeyên Sûne yên di bin destê DAIŞê de vegerînin û kontirol bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê ragehand ku, her yek  ji Erbistana Siûdiyê û Îmarata Erebî bi armanca rizgarkrina Reqayê û navçeyên Erebên Sûne,dê beşdariyê di şerê bejeyî li Sûriyê de bikin.

Derbarê beşdarîkirina her yek ji Erbistana Siûdiyê û Îmarat di şerê li Sûriyê de, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Ashton Carter, piştî civîna wî li gel Serkirdeyên ewlehiya Îmaratê wiha got: "Bi armanca piştgiriya Erebên Sûne bo hawlên kontirolkirina navçeyên wan li Sûriyê taybet bajarê Reqayê,  hêzeke bejayî ji her yek Îmarata Erebî û Erbistana Siûdiyê dê beşdariyê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê de bikin."

Berî niha Wezîrê Karûbarên Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qeqaş ragehandibû ku, welatê wî amadeye şerê bejayî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê de bike.