Civîna Barzanî û nûnerê Obama berdewam e
K24- Munchen
Beriya bîstekê civîna Serokê Herêma Kurdistanê û nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê dest pê kir.
Civîn di çarçoveya 52emîn Konferansa Ewelhiyê ya Munchenê de birêve diçe.
Li gor peyamnêrê K24ê, civîna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û nûnerê Serokê Aemerîkayê, Brett H. MeGurk li ser şerê li dijî DAIŞê û çend pirsên din e.
Di çarçoveya konferansê de, Barzanî gelek hevdîtin ligel rayedarên cîhanê kirine.