Buhayê petrolê ji sedî 12 bilind bûye

Beriya du rojan, buhayê bermîla petrolê daketibû biniya 30 dolarî.

K24- Navenda Nûçeyan

Di danûstandinên bazara petrolê ya cîhanê de, buhayê her bermîlekê bi rêjeya ji sedî 12 bilind bû.

Li gor amarên aborî, di danûstandinên duh Înê de, buhayê her bermîlek petrol biqasî 3 dolaran bilind bûye.

Bilindbûna buhayê petrolê girêdayî daxuyaniyên welatên berhemhênerên petrolê ye, ku soza kêmkirina berhemên xwe ji petrola xav dane.

Niha jî buhayê her bermîlek petrola xav gehiştiye 33.36 dolaran. Piştî ku roja Pêncşemê daketibû biniya 30 dolarî.

Pêşbîniyan aborînasan jî diyar dikin ku, dibe ligel dawiya sala 2016an, buhayê her bermîlek petrol bigihe 50 dolarî.

Di destpêka sala 2016an de, buhayê her bermîlek petrol daketibû biniya 28 dolaran, vê yekê jî bandoreke xirab li ser welatên hinardekarên petrolê, di nav wan de Herêma Kurdistanê jî, kiriye.

Li gor amarên fermî, buhayê petrolê ji sala 2014an ve û heta niha, ji sedî 70 daketiye.