Îran: Em amade ne alîkariya esmanî bidin Sûriyî

Îranê ragihand ku, ew amade ye destêwerdaneke esmanî li Sûriyê bike, heger Esed wê yekê ji wan bixwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Îranê ragihand ku, ew amade ye destêwerdaneke esmanî li Sûriyê bike, heger Esed wê yekê ji wan bixwaze.

Ajansa “Tensîm” a Îranî li ser zarê Serokê Hêza Esmanî ya Îranê, Ferzad Îsmaîlî belav kir ku, Tehran ji her alîkariyeke esmanî re amade ye, heger Şam bixwaze.

Îsmaîlî tekez kir jî, ku tiştê Îran li Sûriyê dike, li ser daxwaza Rêberê Îran, Elî Xamineyî ye. Herwiha Îsmaîlî ew alîkariyên Îranê ji Sûriyê re bi “Alîkariyên şêwirmendiyê” binav dike.

Ev daxuyaniyên Îranê, piştî du rojan ji daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê di çarçoveya beşdarîkirina di kongreya Munchenê de hat, dema ragehandibû ku, welatê wî amade ye derbarê Sûriyê de bi Siûdiyê re hevkariyê bike.

Herwiha ev daxuyanî jî di demekê de tên ku, piştî Siûdiye û Tirkiyê raiehandibûn ku, ew amade ne bo şerê DAIŞê, 

operesyoneke bejayî li Sûriyê bikin.

Îran ji destpêka krîza Sûriyê sala 2011an de, hejmarek ji hêza Pasdarên xwe ligel milîşyatên ser bi wê ve û Hizbulaha Libnanî, piştgîriya Serokê Sûriyê Beşar Esed li dijî opozîsyonê dike.