HSDê Til Rifat jî girt

Bi girtina Til Rifatê, tenê 15 kîlo metir li pêş HSDê mane daku bigine Ezazê

K24- Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Til Rifatê yê ser bi Helebê ve kontrol kirin.

Berdevkê Ceyş el-Siwar, Tariq Ebû Zêd li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, niha Til Rifat di dest wan de ye.

HSD hêzek leşkerî ya ku Amerîka piştgiriya wê dike, ji Kurd, Ereb û Xirîstyanan pêk tê, Ceyş el-Siwar jî yek ji pêkhateyên wê ye.

Til Rifat 35 kîlo metran li bakurê Helebê ye, berê jî di bin destê çekdarên Eniya el-Nusrayê de bû.

Ev çend rojin ku, artêşa Tirkiyê navçeyên bakurê Helebê, bi taybetî firokexaneya Minigê û gund û warên Efrînê topbaran dikin.

Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu jî tekez kiribû ku, ew dê nehêlin HDSê û YPGê bigihin Ezazê.

Bi girtina Til Rifatê jî, tenê 15 kîlo metir li pêş HSDê dîmînin da ku Ezazê jî bigirin.