Baluken: AKP eşkere dijminahiya Kurdan dike

Topbaran artêşa Tirkiyê li ser bakurê Helebê û gund û warên Efrînê berdewam e.

K24- Enqere

Cîgirê Serokê Koma HDPê Idrîs Baluken li hemberî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê ên wek “ Em ê nehêlin Ezaz bikeve” nerazîbûn nîşan da. Baluken bo Davutoglu got, ketina “Ezazê te têkildar nake.”

Idrîs Baluken li Parlamentoya Tirkiyê derbarê bomberana Tirkiyê ya li ser çeperên YPGê de hikûmeta Tirkiyê rexne kir û wiha got; “Ji Cizîrê heta Ezazê, ji Surê heta Helebê, AKPê hêleke şer danî ye. Heger em berê xwe bidin sedama vî şerî bi awayekî eşkere xuya dike ku AKP li ser dijminahiya Kurdan dixwaze hemû herêmê bike qada şer. Gelo AKP bo parastina kê vê topbaranê dike. Hemû raya giştî ya cîhanî bi vê topbaranê hay ji rastiya AKPê çêbûye. Bi awayekî eşkere dijminahiya Kurdan dike û di politikaya xwe ya derve de bi awayekî çetewarî tevdigere. Gelo kî li Ezazê ye, Kî li Cerablûsê ye. Kê diparêzin. Dixwaze cîrantiyê bi kê re bike.
Herwiha drîs Baluken balkişand li ser gotinên Davutoglu ên bo Ezazê û got: “Heta beriya çend mehan digot wê Kobanê bikeve. Helwesta bila Kobanê bikeve lê Ezaz nekeve, hewlesteke wiha ye ku wê welêt ber bi çiravekê ve dibe. Ne mimkûne ku em li hemberî vê politikaya şer bêdeng bimînin.”