"35 parlamenterên AKPê li dijî sîstema serokatiyê ne"

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş derbarê sîstema serokatiyê de ku li Tirkiyê pir tê axaftin ji Kurdistan24ê re got, 35 parlamenterên AKPê li dijî daxwaza sîstema serokatiyê ne.

K24 - Stenbol

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş derbarê sîstema serokatiyê de ku li Tirkiyê pir tê axaftin ji Kurdistan24ê re got, 35 parlamenterên AKPê li dijî daxwaza sîstema serokatiyê ne û hejmara wan parlemantaran dê zêdetir bibe.

Nîqaşên li ser sîstema serokatiyê li Tirkiyê bi taybetî di nav siyasetmedaran de pir tê nîqaşkirin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan banga sîstema serokatiyê dike lê rêberên partiyên opozîsyonê guh nadin daxwaza Erdogan.

Derbarê mijarê de parlamenterê CHPê Barış Yarkadaş ji Kurdistan 24ê re got, 35 parlamenteran ku referandûm û serokatiyê naxwazin li dijî Erdogan, piştevaniya Davutoglu dikin û hejmara van parlamenteran dê heya 60ê jî zêde bibe.

Yarkadaş wiha axifî: "Ne mimkun e ku Erdogan li meclîsê biryara referandûmê derxe. Ji ber siyasetmedarên AKPyî, li ser vê mijarê ne yek deng in. Ji niha ve 35 parlamenterên AKPyî sîstema serokatiyê naxwazin. Erdogan jî vî tiştî dizane."

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu carna di axaftinên xwe de behsa girîngiya sîstema serokatiyê dike. Li gor Yarkadaş Davutoglu ne ji dil e, ji ber bi zorê Erdogan daxwaza serokatiyê dike: "Li ser sîstema serokatiyê, nêrînên Erdogan û Davutoglu ji hev cudatir e. Davutoglu bi mercê kontrol û hevsengiyê daxwaza serokatiyê dike. Lê Erdogan dibêje tu kontrol nebe hemû raye di destê kesekî de be."

Yarkadaş da zanîn ku Erdogan dizane li meclîsê biryara referandumê dê neyê dayîn, loma qala destûreke nû dike. Di vê destûrê de ji bo pêkanîna referanduma bo serokatiyê wê hinek guhertin çê bike. Lê ev referendum wê derqanûnî be. Wê demê li Tirkiyê hinek alozî dê rû bide.

Dema Erdogan Serokwezîrê Tirkiyê bû qala sîstema serokatiyê dikir. Lê belê niha nûnerên opozîsyona Tirkiyê li dijî vê sîstemê ne. Niha li meclîsê ji bo çêkirina destûreke nû ji AKP, CHP, HDP û MHP komeke parlamenter li hev civiyane û bo destûra nû guftûgoyên xwe didomînin. Tê gotin ku sîstema serokatiyê jî di vir de dê bê axaftin.