Tirkiye tankan li ser sînorê Kobanê bicih dike

Topbarana artêşa Tirkiyê li ser gund û warên Efrîn û bakurê Helebê berdewam e.

K24- Kobanê

Peyamnêrê K24ê tekez kir ku, hêzek ji artêşa Tirkiyê li ser sînorê Kobana Rojavayê Kurdistanê bicih bûye.

Ji dema girtina firokexaneya Minigê ya leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, artêşa Tirkiyê gund û warên di dest hêza navborî de li bakurê Helebê û Efrînê dide ber topan.

Li gor agahiyên peyamnêrê me li Kobanê jî, artêşa Tirkiyê tank û topxaneye di navbera gundên Sîlim û Kor Elî de (15 k.m rojava) bicih kirine.

Di daxuyaniyên xwe yên dawî de, Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu tekez kiribû ku, ew dê bi hemû awayan rêgiriyê li pêşdeçûna HSDê ya ber bi Ezazê ve bikin.

Ji encama topbaran Tirkiyê jî, çend kesên sivîl û hejmarek şervanên HSDê canê xwe ji dest dane, hejmarek din jî birîndar in.