Îran dixwaze ji Rusyayê çekan bikire

Reveberîya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn ku ew amade ne ji Rusyayê bi bihayê 8 milyar dolaran çekan bikire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Reveberîya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn ku ew amade ne ji Rusyayê bi bihayê 8 milyar dolaran çekan bikire.

Li gor rojnameya Kommersantenê ya Rusyayê Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Dehghan ji bo du rojan serdana Moskowê kir. Tê çaverêkirin ku di vê seradanê de peymana ji bo kirîna çekan were mohrkirin.

Hat zanîn ku Tahranê listeke wan çek û amûrên teqemeniyê pêşkeşî Moskowê kiriye û ew lîste jî ji alîye Wezîrê Parastinê yê Rusyayê, hikûmeta Rusyayê û Kremlinê ve tê nirxandin.

Dehgah ligel şandeke girîng li ser vexwendina Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Soygu çû Moskowê. Tê çaverêkirin ku Dahghan ligel nûnerên hikûmeta Rusyayê hevdîtineke teybet pêk bîne û kêşeyên heremî û navnetewî gotûbêj bikin.