Amerîka û Rûsya li ser krîza Sûriyê dicivin

Di civînê de wê mijara agirbestên û mijara çareseriya siyasî were gotûbêjkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka û Rûsya hewldanên pêkanîna agirbestekê li Sûriyê dikin, tevî gotûbjkirina pirsgirêkêm din ên krîza wî welatî.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rusyayê, Vassily Nebenziya da zanîn ku rayedarên leşkerî yên Amerîka û welatê wî dê roja Înê li ser pirsa pêkanîna agirbestê li Surîyê biaxivin. 

Herwiha Nebenzîya diyar kir ku, her hewldanek ji bo avakirina navçeya tampon li Sûriyê, divê bi biryara rejîma Sûriyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) be.

Hat ragihandin ku wê endamên Koma Hevalbendên Sûriyê jî tevlî civînê bibin.

Beriya hefteyekê li Munchenê, li ser rewşa Sûriyê, gotûbêjkirin hatibû kirin û di encamê de, rêkeftin hatibû kirin ku di nava hefteyekê de agirbest li Sûriyê were ragihandin. Ev civîn jî di wê çarçoveyê de, tê nirxandin.