Brîtanya: 500 leşkerên me li Kurdistanê ne
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsekî konsulxaneya Brîtanyayê ragihand ku, hezar leşkerên wan li Iraqê û Herêma Kurdistanê ne.
Berpirsê leşkerî li konsulxaneya Brîtanyayê li Bexdayê, Poul Moden li pêş Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku, 500 leşkerên wan li Bexdayê ne.
Li gor ku Poul Moden eşkere kiriye, 500 leşkerên din li her du parêzgehên Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Silêmaniyê ne.
Navborî anî ziman jî ku, heta niha hêzên wan 700 leşkerên Iraqî perwerde kirine, 3 hezarên din jî di bin perwerdeyê de ne.
Brîtanya yek ji welatên endam di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.