CHP: Ji ber cih li AKPê teng bûye berê welêt dide şer

Berdevka CHPê Selin Sayek Boke, di civîneke çapemeniyê de, li dijî polîtîkayên hikûmetê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji ber cih li AKPê teng bûye berê Tirkiyê dide şer.

K24 - Enqere

Berdevka CHPê Selin Sayek Boke, di civîneke çapemeniyê de, li dijî polîtîkayên hikûmetê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji ber cih li AKPê teng bûye berê Tirkiyê dide şer. 

Selin Sayek Boke li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser aloziya li nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û têkiliyên Tirkiyê yên bi derve re rexneyên giran li hikûmetê girt

Boke wiha axifî; “Ji ber hikûmet di polîtîkayên xwe de têk çûye, serî li rêbazên otoriter dide. Hemû desthilatdarên ku nikarin kêşeyên xwe çareser bikin û cih li wan teng dibe, pêşî serî li rêbazên otorîter didin û paşê jî bi wan rêbazan şer derdixin. Niha jî hikûmet hem di polîkayên xwe yên bi derve, bi taybetî jî polîtîkayên wê yên Sûriyê, hem jî di polîtîkayên xwe yên li nava welêt têk çûye. Li herêmê, Tirkiye nema dikare tiştekî jî bike, bi tenê Tirkiye di şerê Sûriyê de têk çû. Ji ber van polîtîkayan, nêzîka 4 mîlyon Sûriyeyî ji welatên xwe koçber bûn. Bi sed hezaran kes jî mirin.  Herwiha ji Prosesa Çareseriyê jî tenê tiştek ma, ew jî hêsirên dayikan ên li her aliyê welêt e. Ji ber van hemû polîtîkayên çewt cih li wan teng bûye û dixwazin berê welêt bidin şer.”