Li ser teqîna Enqerê hikûmeta AKPê hat rexnekirin
K24 - Enqere
Teqîna li paytexta Tirkiyê Enqerê li parlamentoya Tirkiyê bû cihê niqaşan. Partiyên opozîsyonê Serokkomar û Serokwezîr jî di nav de bo hemû berpirsan daxwaza hesabdayîn û îstifayê kirin. Herwiha daxuyaniyên li ser têkildariya YPG û PKKê ya bi bûyerê ve jî bû cihê rexneyan.
Nûnerên Partiyên siyasî di daxuyaniyên xwe yên li Parlamentoya Tirkiyê de Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Davutoglu û Hikûmeta AKPê wekî berpirsên esas yên çalakiya bombeyi nîşan dan û diyar kirin ku êdî li Tirkiyê rewş gihiştiye asteke wiha ku nayê qebûlkirin û divê dewlet wekî dewletê were birêvebirin.
Opozîsyonê îdia kir ku eger rewş bi vî awayî berdewam bike, wê careke din li nav Komcivîna Parlamentoyê bombe were teqandin û paşê jî dê li Sererkaniyê ala were danîn. Herwiha daxuyaniyên peywendîkirina YPG û PKKê ya bi teqînê ve jî hat şermezar kirin.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel got: “Divê rojekê beriya êrîşê ev daxuyanî bihata dayîn. Li dewletekê bifikirin ku li nava dilê wê bombe diteqe. Îstixbarata ku şevekê beriya êrîşî nehat berhevkirin, şevekê paşê hat komkirin û daxuyanî tê dayîn.”
Li aliyê din, hate gotin ku karê baş rêlibergirtina bûyerên bi vî rengî ye û terora ku di 2002an de dawî lê hat niha gihaştiye wê astê ku dikarin li sînga paytext bombeyan biteqîne.
Her wiha MHPê têkildarkirina PKK û YPGê ya bi bûyerên ve jî wekî berevajîkirina rastiyê nirxand. Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay wiha axifî: “Tiştî girîng ne ew e ku kîjan rêxistinê ev êrîş pêk aniye, tiştê girîng ew e; li dijî rêxistinê çima heta niha têkoşîn nehatiye meşandin. Divê ji niha û şûn de têkoşîneke xurt were meşandin.”
Ji aliyê din ve, daxuyaniyên berdevkên AKPê û Hikûmetê, Omer Çelîk û Numan Kurtulmuş wekî daxuyaniyên sosret hatin nirxandin. Hikûmet ji ber daxuyaniya xwe ya wek êrîş gelekî baş hatiye plankirin bi nezanî û cahiltiyê hat sûcdarkirin.