Komîsyona Dariştina Destûra Tirkiyê belav bû

Di Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn a Tirkiyê de, AKP û CHPê, di mijara sîstema serokatiyê de, li hev nekirin. CHPê, mijara sîstema serokatiyê wek pergala dîktatorî bi nav kir û ji komîsyonê vekişiya.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Tirkiyê ji bo dariştina destûra bingehîn di serê meha Rêşemiyê de Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn civîna xwe ya yekemîn sazkiribû. Di civîna dawîn a Komîsyonê de, AKP û CHPê li ser mijara sîstema serokatiyê lihev nekirin û CHP ji komîsyonê vekişiya.

Di Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn de, AKP û CHPê, di mijara sîstema serokatiyê de, li hev nekirin. CHPê,mijara sîstema serokatiyê wek pergala dîktatorî bi nav kir û nexwest li ser vê mijarê qise bike, ji komîsyonê vekişiya.

Derheqê vê mijarê de, rojnameger Tarhan Erdem dest nîşan kir ku ji xwe nerîn û fikrên partiyan ji hev cûda ne û got: “Beşdarbûna partiyan a komîsyonê tiştek cuda ye. Beşdarbûn û qirar hildana 12 endamên partiyan cuda ye. Li gorî min nikarin di mijarekê de biryarê werbigirin.”

Hiqûqnas û Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî amaje bi wê yekê kir ku di komîsyonê de lihevkirin zehmet xuya dike û wiha axifî: “Heta meseleyên civakî yên girîng neyên safî kirin, komîsyonên wiha nikarin çareseriyê bînin. Herwiha divê hikûmeta AKPê di serî de mijara pirsa Kurd û mijarên din de nîyet û programa xwe zelal bike.”

Komîsyon, di 4ê Reşemiyê de bi serokatiya, Serokê Parlementoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman hatibû birêvebirin.