Efrîn: Ji ber topbarana Tirkiyê pêwîstî bi derman heye

Ji ber topabaran Artêşa Tirkiyê ji bajar û gundên Efrînê, 2 kuştî û hejmarek birîndar hene, Ji ber kêmbûna derman û pêwîstiyên bizîşkî, metisî li ser jiyana gelek birîndar heye.

K24 – Efrîn

Ji ber topabaran Artêşa Tirkiyê ji bajar û gundên Efrînê, 2 kuştî û hejmarek birîndar hene, Ji ber kêmbûna derman û pêwîstiyên bizîşkî, metisî li ser jiyana gelek birîndaran heye.

Serokê Encûmena Rîsipiyên Herêma Şehbayê Cemal Elo ji K24ê re ragehand ku, şeva borî Artêşa Tirkiyê bi topên giran bajarê Efrînê û gundên wek (Dêwa, Dêr Belût, Senarê, Qerebaba, Hêkiçê) û gelek gundên din, topbaran kirin. Di encamê de 2 kesên sivîl canê xwe jidest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Elo eşkere kir ku, 4 birîndar li nexwexana Avrîn ya Efrînê ne, rewşa wan gelek xirab e, metirsî li ser jiyana wan heye.

Elo amaje kir, Efrîn ji demekê de dorpêçkirî ye, loma derman û pêwîstiyên bizîşkî gelekî kêm e, bi taybet piştî hatina bi hezaran koçberên deverên bakurê Helebê di dawiya meha borî de.

Herwiha Elo diyar kir jî, ku Artêşa Tirkiyê gund û bajarokên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji destê Eniya el-Nusrayê derxistine wek (Til Rifat, Mari, Mêremîn, Şwarxe, Malkiyê) jî topbaran kiriye.

Elo bangewaza rêxistinên mirovî û hiqûqî  yên navdewletî kir, ku bi hawara Efrînê bên û êrîşa Artêşa Tirkiyê bê rawestandin.