Siudiyê: Erka hêzên bejayî li Sûriyê şerê DAIŞê ye

Erebistana Siudiyê dibêje, heger hêzên bejayî sandin Sûriyê, dê bi aramanca şerê li dijî DAIŞê be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebistana Siudiyê dibêje, heger hêzên bejayî sandin Sûriyê, dê bi aramanca şerê li dijî DAIŞê be.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siudiyê Adil Cubêr ji AFPê re ragihand ku, heger Siudiyê hêzên bejayî şandin Sûriyê, dê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî be û erka wan şerê DAIŞê be.

Herwiha Cubêr tekez kirk u, ew ti operesyonên li dijî rêjîma Esed nake. Lê Cubêr amaje bi wê yekê jî kir, Esed heger bi çareseriyeke siyasî yan leşkerî be, dê di desthilatê de nemîne.

Cubêr got jî: “Esed bû sedema kuştina bêhtir ji 300 hezar ji gelê xwe, herwiha 12 milyon Sûrî penaber bûn, welat hemû wêran kir, loma ti cih ji Esed re li welêt tune nemaye.”

Eerbistana Siûdiyê û Tirkiyê ragihandibûn ku, ew amade ne, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî de, hêzên leşkerî yên bejayî bişînin Sûriyê, bo şerê DAIŞê bikin.