Tusk: Yekîtiya Ewropayê û Tirkiye dê bicivin

Serokê Civata Yekitiya Ewropayê Donald Tusk diyar kir ku ew ê di serê Adarê de ligel Tirkiyê li ser mijara qeyrana penaberan lûtkeyeke teybet pêk bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Civata Yekitiya Ewropayê Donald Tusk diyar kir ku ew ê di serê Adarê de ligel Tirkiyê li ser mijara qeyrana penaberan lûtkeyeke teybet pêk bînin.

Di dawiya Lûtkeya Pêşengên Yekitiya Ewropayê ya roja pêşi de civîneke çapemeniye hat lidarxistin. Di civînê de Donald Tusk axivî û got: "Me di destpêka lûtkeyê de êrişa terorî ya li Enqerê şermizar kir û piştgiriya xwe bo Tirkiyê anî ziman."

Tusk bal kişand ser peymana di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de ya li ser penaberan û wiha axifî: "Ji bo serkeftinê çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo vê yeke jî em difikirin ligel Tirkiyê di sere Adarê de lûtkeyeke teybet çê bikin."

Şansolyeya Elmanyayê Angela Merkel jî di civîna çapemenîye de diyar kir ku dê destpêka Adarê lûtkeyeke awarte ligel Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê were çekirin û 28 dewletên di Yekîtiyê de endam beşdar bibin.

Di navbera Tirkîyê û Yekitiya Ewropayê de lûtkeya dawî di 29ê Mijdara 2015an de hatibû kirin û Serokwezîr Ahmet Davutoğlu di wê lûtkeyê de beşdar bibû. Di lûtkeyê de jinûvedestpêkirina gotûbêjên li ser endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê, rakirina vîzeyan û biryara alîkariya 3 milyar Ewro ji bo penaberan hatibû dayîn.