Du şervanên YPGê êrîşeke xwekujî kirin

Wek tê zanîn ku, ev ne cara yekemîne şervanên YPGê kiryarên xwekujî encam didin, berî niha jî û di sala 2014an de, li bajarê Kobanê şervana YPGê Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê di nav çekdarên DAIŞê xwe teqand.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ragehandin ku, du şervanên wan bi navê Rêdor Qeybar û Egîd Heleb, li bajarê Helebê di kiryarekî xwekujî de şehîdbûn.

Derbarê kuştina wan her dû şervanan, Navenda Ragehandina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, her yek ji şervan Rêdor Qeybar û Egîd Heleb di şerê El-Seken El-Şebabî de, di encama kiryareke xwekujî canê xwe ji dest dan.