Amerîka ji Rûsyayê re: Nêzîkî navçeyên Kurd nebe

Wek tê zanîn ku, hêzeke teybet ya Amerîkayê ji pispor û şêwermendên leşkerî pêk tê, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi armanca şerê li djî DAIŞê dimînin, lê nehatiye ragehandin ew pispor û hêz li çi navçeyê cih girtine.

K24-Navenda nûçeyan

Bi mebesta parastina Hîza Amerîkayê ya taybet li Rojavayê Kurdistanê, Wezareta Berevanî ya wî welatî daxwaz ji Rûsyayê kir ku bakurê Sûriyê ji xwere neke armanc.

Derbarê daxwazên Amerîkayê Fermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîkaayê li Rojhilata Navîn Charles Brown daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir Pentagonê daxwaz ji Rûsyayê kirye ku, nevçeyên bakurê Sûriyê yên ku hêza taybet ya Amerîkayê lê hene ji xwe re neke armanc.

Di bermber de jî Rûsyayê daxwaz ji Amerîkayê kir ku ewjî nêzîkî wan firokxaneyên leşkerî ku Rûsyayê li Sûriyê wan bikartîne nebe.

Brown tekez kir ku, Rûsyayê razîbûna xwe li ser daxwaza Amerîkayê kirye bêyî ku aşkere bike ka hejmar û cihê wê hêza xwe ya teybet li Rojava çende.