Daiş meşq û rahînanê bi zaroyên Êzdî dikin.

Rêvebrê Karûbarên Êzdîyan xuyakir ku çekdarê Daişê |Daişê û ola wan diguherin û li ser aydolocîya xe perwede dikin û bo şerkirinê li dijî Pêşmergeyan wan berhev dikin.

K24- Duhok:

Rêvebrê Karûbarên Êzdîyan xuyakir ku çekdarê Daişê |Daişê û ola wan diguherin û li ser aydolocîya xe perwede dikin û bo şerkirinê li dijî Pêşmergeyan wan berhev dikin.

Êzdî dibêjin ew zaroyên ji dest Daişê jî rizgarbûne kevtine jêr bandora refatarên Daişê.

Rêveberîya Karûbarên Êzdîyan xuyakir ku hijmarek ji wan zaroyên ku di destên Daiş de mane, Daişê ola wan guhertine û rojane meşqê bi wan dikin li ser çekan û wan behev dikin bo şerri li dijî pêşmergeyan.

Afretekê ku 8 zaroyên wê û mere wê di destên çekdarên Daiş de mane. Ew bi xwe jî piştî ku ji destên Daişê rizgar bûye niha li gel xemên xwe dijî û bandor li ser rewşa wê ya revanî kirêye.

Zelamek ku ji destên dais rizgar bûye dibêje: Dema em hatingirtin, Daişê em gullebaran kirîn û ji 1200 kesan tenê 19 kes ji me rizgar bûn.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/283b5565-0a22-4b87-aa58-82da695b40ed/ZarokenDestDaishe.ism/manifest