Di teqînên Şamê de 120 kes hatin kuştin

DAIŞê berpirsyariya teqînan girtiye stûyê xwe.

K24- Navenda Nûçeyan

Di teqînên ku duh li navçeyeke paytexta Sûriyê, Şam, çêbibûn de, 280 kes bûne qurbanî.

Duh li navçeya Seyîda Zêneb ya başûrê Şamê, otomobîleke bombekirî teqiye, piştre jî 2 xwekujan xwe teqand. DAIŞê jî berpirsyariya teqînan girte stûyê xwe.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di her sê teqînan de 120 kesan, di nav wan de 20 çekdarên ser bi rejîmê ve, canê xwe ji dest daye û 160 jî birîndar in.

Navçeya Seyîda Zêneb ji aliyê çekdarên Şîe ve tê parastin. Pîroztirîn mezrageha Şîeyan jî li wê navçeya Sûriyê ye.

Lê li gor ajansa fermî ya Sûriyeyê, SANA, di encama wan teqînan de 83 kesan canê xwe ji dest daye û 178 jî birîndar in.

Ev cara sêyem e ku di kêmtir ji yek mehê de teqîn li Seyîda Zênebê çêdibin, di teqîna yekem de 70 kes û di teqîna duyem de 8 kesan canê xwe ji dest dabûn.