Wezîrê Berevanîya Îraqê: Pêşmerge pişikdarîyê li rizgarkirina Mûsilê dike.

Îraq, amadekarîyên zêdetir ji bo kontirolkirina Mûsilê dike, Ji bo evê armancê jî hêzên zêdetir dişîne nêzîk ewî bajêrî.

K24- Hewlêr:

Îraq, amadekarîyên zêdetir ji bo kontirolkirina Mûsilê dike, Ji bo evê armancê jî hêzên zêdetir dişîne nêzîk ewî bajêrî.

Xalid Ûbeydî wezîrê Berevanîya Îraqê ragehand: Pêşmerge  li opirasyona azadkirina Mûsilê pişikdar dê bibe û wan, hemahangîya temam heye li gel hêzên asayîşî û Hawpeyamnîya Nêvdedwletî.

Ûbeydî li ser pişikdarîkirina Heşda Şeibî li azadkirina Mûsilê, got: Ev biryare  ji desthilata Supasalarê Îraqêye.

Berpirsên Îraqê, tim tekezê dikin li ser azadkirina parêzgeha  Mûsilê,  ji  bo vê aramncê jî heya dihê hêzên zêdetir dişîne nêzîk wî Bajêrî.

Evê care wezîrê Berevanîya Îraqê, Xalid Ûbeydî, li dema hinrtina yekem yekeya serbazî ji lîwaya 71 , li Bexdayê ragehand: Pêşmerge dê pişikdar be li şerrê azadkirina Mûsilê û wan hemahengîya temam heye li gel hêzên asayîşî û Hevpeymanan. Birayara pişikdarîkirina heşda Şeibî jî li Şerrê azadkirina Mûsiê bi destê Sûpasalarê Îraqêye.

Wezîrê berevanîya  Îraqê got: Berê sê betalyon hatine şandin bo Herêma Kurdistanê û li Mexûmr akincî bûne û herwesa hêzên zêdetir jî dê bihên rewanekirin.

Ûbeydî herweha got:  Ewa em hemû li ser  kokin, pişikdarîkirina hêzên Pêşmergeye di piroseyê de. Lê pişikdraîya Heşda Şeibî, pêkaheteyên Îraqê dabeşkirine. Sûnne evan mîlîşyayên Şîeyan red dike û hikumeta Bexdayê jî ,bi pêdivî dizane.

Mûsil mezintirîn bajêre li Îraq û Sûryayê kû çekdarên Daiş ji sala 2014 ve dest ên xwe bi ser dadaye.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b029d02d-3d0a-4d7f-bbea-de68c4a245a5/Iraq%20Mousl%20Libration.ism/manifest