"HSD pêbendê agirbesta li Sûriyê nabe"

Di 27ê vê mehê de agirbesta li sûriyê di bikeve ware cîbecî kirinê de, rejîma sûriyê jî îro, razîbûna xwe li ser wê agirbestê ragehand.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c6d13247-f6f1-4fd0-9f8c-b565d1d79eeb/hoshang%20daodh.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Nûneratiya kantonên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê, Hoşeng Derwêş ragehand ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) pabendiyê bi agrbesta li Sûriyê de nake, jiber ku,  ew şerê DAIŞê dike, agrbesta li Sûriyê de jî navçeyên di bin kontirola DAIŞê de venagre, lewma ew dê li ser şerê li dijî wê rêxistinê berdewam be.

Derbarê vê mijarê û girêbesta li Sûriyê  Endamê Nûneratiya kantonên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê Hoşeng Derwêş ji K24ê re wiha got: "Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) rizgarkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de li Rojava û navçeyên din ê Sûriyê weke erkekî xwe dibîne."

Derwîş aşkere kir ku, Hêza Sûriyê ya Demokrat(HSD) pabendiyê bi agrbesta li Sûriyê nabe, jiber ku,  ew şerê DAIŞê dike, agrbesta li Sûriyê jî navçeyên di bin kontirola DAIŞê de, venagre, lewma ew dê li ser şerê li dijî wê rêxistinê berdewam be.

Derbarê helwesta Rêveberiya Xweser di hilbijartên Parlamentoyê Sûriyê , ku biryare ji aliyê rejîma Sûriyê li 13ê Nîsanê were lidarxistin, Hoşeng Derwîş da zanîn ku, ew beşdariya wan hilbijartinan nabin ji ber ku, ew dê federaliyê li Rojavayê Kurdistanê rabgehînin.

Di 27ê vê mehê de agirbesta li sûriyê di bikeve ware cîbecî kirinê de, rejîma sûriyê jî îro, razîbûna xwe li ser wê agirbestê ragehand.