Komîteya Destpakîyê: Dûr ji milmlanêya Hizbî, Hemû alî berengarî gendelîyê bibin
K24- Hewlêr:
Komîteya destpakîyê li Perlemana Kurdistanê di kongireyeka rojnamevanî de ragehandinek li ser rewşa Herêma Kutrdistanê pêşkeşkirin. Têde daxwaz ji hemû alîyan dikin dûr ji milmlanêya Hizabî berngarî gendelîyê bibin û rewşa Kurdistan asayî bikin.
Herweha Komîteya Destpakîyê li Perlemana Kurdistanê daxwaz kir: Rewşa Herêmê asayî bihê kirin û Perleman di werza nûya xwe de dest bi kombûnên xwe bike û hemû pirojeyên çaksaazîyê ji alîyê hikumrta Herêma Kurdistanê bibin yek û nexşerêyeka xuya û aşkera bo çaksazîyê û rûbrûbûna gendelîyê bihê danan.
Xuya jî kir: Pêdivîye dezgehên berengarîbûna gendelîyê û şefafîyet û zelalîyê bihên karakirin û rolên xwe bibîniun, nemaze Desteya Detpakîyê, Daxwazkarê Giştî û Çavdêrîya Darayîyê.
Di wê kongireya rojnamevanî de Komîteya Destpakîyê behsa wê yekê jî kir ku di dema bûrî de çendîn keys û mijarên bi hederdanê pêşkêşê alîyên peywenddar kirine. Lê kêmtirîn bersiv û îcraat hebûne. Lew nabe bi vî awayî berdewam bibe, belku divê bi vîyaneka sîaysîya rijt hemû alî dûr ji milmilanêya hizbî berngarî gendelîyê bibin.
Di pişkeka dina ragehandinê de hatîye: Pêdivîye çaksazî li hemû astan bihên kirin û ti mijar û fayil bi der nebin ji hûrbînî, dûvçûn, çavdêrî û lêpirsînê.