Asayişa Efrînê endamekî PDK-Sê binçav kir

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de belav kir ku, Asayişa Efrînê kesayetiya navdar û endamê encûmena herêmê ya Efrînê endezyar Faroq Dîko, duh binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de belav kir ku, Asayişa Efrînê kesayetiya navdar û endamê encûmena herêmê ya Efrînê endezyar Faroq Dîko, duh binçav kir.

Li gor daxuyaniya PDK-Sê ku, piştî Dîko red kir ku baca zeyta Zeytûnan bide Kantona Efrînê û ji ber beşdariya wî di kampîna komkirina îmzeyan de li Efrînê, hatiye girtin.

PDK-Sê berpirsiyatiya rewşa tenduriştî ya endezyar Dîko (68 salî) xiste stûyê Asayişa Efrînê, ji ber ku rewşa tenduristî ya navborî ne baş e.

Endezyar Faroq Dîko, ji malbata Dîko yê navdar bi welatpariziyê ye li Efrînê, herwiha Bavê Şehîd Silêman yê ku li ser destê rêjîma Sûriyê hatibû kuştin e. 

PDK-Sê amaje kir jî, di demekê de ku Efrîn di bin dorpêçê de ye, herwiha ji 15 Sibatê ve ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tê topbarankirin “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) zor û bacê li ser welatiyê Efrînê disepîne û endamên PDK-Sê digire.”

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de, bangî hêzên Kurdistanî û rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî kir, ku heval û kadroyên wê yên ji demekê de ji aliyê Asayişê ve girtîne, bên azadkirin:

  1. Ehmed Sîno: 15/ 9/ 2013.
  2. Ehmed Sîdo Osamn 5/11/2013.
  3. Parêzer Idrîs Elo: 8/11/2013.
  4. Felemez Osman: 10/10/2015.
  5. Cemal Şêx Ismaîl Zade: 10/10/2015.
  6. Zekî Mûsa Mûsa: 1/12/2015.
  7. Xebat Berekat Hesen: 6/12/2013.