Ji navçeya Sûrê malbatek daxwaza alîkariyê dike

Ev 84 roj in ku Sûr di bin qedexeyê de ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d7b3d905-f780-4d3f-b3fa-5c88cc5d3b6b/MalbatJiNavSureBehsaRewseDikinuDaxwaziyaRawestandinaSerDikin.ism/manifest

K24 - Diyarbekir

Li Sûr a Navçeya Diyarbekirê 84 roj e ku qedexe hatiye ragihandin û şer û pevçûn lê didomin. Malbatên sivîl ku li Navçeyê mane jî, di rewşên xeter de ne. 

Malbatekê, bi derfetên xwe ji jêrzemîna ku dimînin dîmen şandiye û hem behsa rewşê dike hem jî daxwaza alîkariyê. Jineka ku di dimenan de dipeyîve dibêje ew sivîl in û wek wan gelek malbatên wiha hene me nekujin. 

“Bombebaran tên kirin, bombe û top tên avêtin. Bi tankan bombe diavêjin. Yek bi yek bînayan dirûxin û ciyên ku sivîl lê dijîn topbaran dikin. Em welatiyên li vir di rewşeke maxdûr de ne. Zarok û zêç, ji xwe zarokên me gişt birîndar in. Wek mînak Qadîr duhî bombe be êdî çibe perçê wê lêketiye û sere wî ji vir-heta wir birîndar e. Ji ser milên wî perçê canê wî rakiriye. Disa mile wî jî bi perçeyan birîndar bûye. 

Ev zarok jî bi guleyê birîndar buye. Gule li pişt mile wî ketiyê di aliye din re derketiye. Ev jî ciyê guleyê ye. Ji şevê din ve bêhna me çikiya ye, gazê diavêjin. Zarokên hûr û biçûk yanî zarokên 2 salî li vir maxdûr bûne. Dewletek çawa dikare wiha welatiyên xwe bombe bike û wiha bikuje evmin matmayî dike. Em li vir tengezar û bêzar in, erzaqê me nemaye, av tune, karaba tune, em di nav qilêrê de mane. Em nikarin zarokên xwe paqij bikin. Em di jêrzemînan de dijîn û bi sedan malabatên wek me hene û em nikarin ji hev agahdarî jî bistînin. Yanî em banga xwe li dewletê dikin, em li vir welatiyên sivîl in, me bombebaran nekin, me nekujin û bila dilê we bi zarokên me bişewite.”