Êdî Iraq bo serkirdeyên DAIŞê ne aram e

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ li Iraq û Sûriyêbi Serokatiya Amerîkayê ji 60 welatan pêk tê.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkekê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê ragehand ku, êdî Iraq bo DAIŞê ne arame, lewma bi armanca leşkerîkirina çekdarên nû serkirdeyên DAIŞê koçberî Lîbyayê dibin.

Derbarê çûna serkirdeyên DAIŞê bo Lîbyayê Berdevkekê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê Steve Warren ji rojnameya Şerq El-Ewsed re daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Êdî Iraq qet bû terorîstan ne arame, eger tu çekdarekî radîkal bî û li Iraqê tevlî rêxistinê bibî tekez be ku rojên te jimartîne."

Warren ji rojnameyê re da zanîn û wiha axifî: "Raste em koçberiyeke mezin a çekdarên DAIŞê ji Iraq û Sûriyê bo Lîbyayê nabînin, lê em vê tevgerê ji aliyê  serkirdeyên wan dibînin."

Ji aliyeke din ve Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê aşkere kirk u, teknîkiya leşkerî a Hevpeymaniya Navdewletî gelekî pêşkevtiye, herwiha diyar kirk u, her du rojan serkirdeyeke DAIŞê tê kuştin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ li Iraq û Sûriyêbi Serokatiya Amerîkayê ji 60 welatan pêk tê.