Daxwaz tê kirin birîndarên li Sûrê asê mane bên azadkirin

Xwepêşanda ku hatibû sazkirin, rastî destêwerdana polîsan hat.

K24 – Diyarbekir 

Li Bakurê Kurdistanê her diçe şer û alozî metirsiyên mezintir peyda dikin. Li navçeya Sûrê ku navçeya qedîm û navenda bajarê Diyarbekirê ye, ev 85 roj e ku di bin şer û aloziyan de ye û qedexe lê berdewam dike. 

Li Cizîra navçeya Şirnexê jî ku 74 roj e qedexe heye, qeyranên mezin rûdabûn û bi sedan kes hatibûn kuştin. Aliyên cuda yên ji civaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe radighînin. 

Di 24ê Sibatê de, Partiya Hermên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û saziyên sivîl, bi daxwaza ku 24 demjimêr be jî qedexeya li ser navçeya Sûrê bê rakirin da u ew cangorî, birîndar û sivîlên li navçeyê bên veguhestin, li ber keleha Diyarbekirê xwepêşandan kirin. Girse li nêzîkî cotderiyên Kelehê civiyan û xwestin bimeşin lê polîsan destûr nedan. 

Li ser navê çalakvanan parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgitalp, ragihand ku parêzgariya Diyarberkirê roja borî ji bo veguhestina wan kesên li navçeyê soz daye, lê dema ew wext hatiye, topbaran û gulebaran hatiye kirin û destûr nehatiye dayîn ku ew kes bên veguhestin. Yigîtalp bal kişand ser wê yekê ku li Cizîrê bi dehan kes di jêrzemînên avahiyan de hatine kuştin û bang li raya giştî kir ku destûr neyê dayîn heman tişt li Sûrê jî pêk were. 

Piştî daxuyaniyê, polîsan bi ava bihêz û bombeyên rondikrêj destwerdan kirin. Di destwerdana polêsan de, 2 rojnamevan jî birîndar bûn. Kameraya Kameravanê Associted Press jî ji ber ava ku polêsan reşand xirab bû. Disa xebatkareka Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DİHA) jî bi fişeka gazê birîndar bû. Xebatkara DİHAyê bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Her îro, şandeka ku ji rojnamevan, hunermend, aktîvîstên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl pêk hatibû, li meydana Şêx Seîd a Diyarbekirê bi daxuayniyekê daxwaza rawestandina şer û aloziyan û bidawîanîna qedexeyan kirin. Şandê daxuyand ku tehamûl nema êdî yek canê mirovekî di şer de bidin axê û bang li herdû aliyan jî hat kirin ku destên xwe ji çekan vekişînin. 