"Divê YEyê bi berpirsyarî nêzîkî bûyerên li Bakurê Kurdistanê bibe"

Şanda Yekîtiya Ewropayê li Diyarbekirê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pîvanên hûqûqê û mafên mirovan hatine binpêkirin û rexne li welatên YEyê girt ku li beramber van trajediyan bê deng dimînin.

K24 – Diyarbekir

Şandeke ku ji 6 parlamenterên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Nûnerên Partiya Kesk a YEyê pek dihat serdana Bakurê Kurdistanê kirin. Şandê li Diyarbekirê, bi 18 saziyên sivîl re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parvekirin. Piştî civîna şandê û nûnerên saziyên sivîl hat ragihandin ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pîvanên hûqûqê û mafên mirovan hatine binpêkirin û rexne li welatên YEyê hat girtin ku li beramber van trajediyan bê deng dimînin.

Şanda YEyê di 22ê Sibatê de li Mêrdînê serdana parêzgarê Mêrdînê û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî kir, di 24ê Sibatê de jî li Diyarbekirê serdana Parêzgarê Diyarbekirê, Hevserokên Şaredariyê û sazî û partiyan kir.

Piştî hevdîtinên şandê ya li Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DİTAM), bi nûnerên 18 saziyên sivîl re, Hevseroka Partiya Kesk a YEyê Monica Frassonî, ragihand ku wan wek partî piştgiriya Tirkiyê dikir ku bibe endamê YEyê. Lê endambûna Tirkiyê pêdivî bi pêşxistin û geşkirina pîvanên mafên mirovan û demokrasiyê heye, lê bi vî awayî bi şer û pevçûnan û binpêkirina maf û azadiyan, mixabin bi endamtiya Tirkiyê ew nikarin razî bibin.

Frassonî da zanîn ku wan bi hemû alî û aktoran re hevdîtin kirine û gihiştine wê qanatê ku bawerî di navbera rayedarên dewleta Tirk û PKKê de tune ye û bêbawerî jî danûstandin nikarin destpê bikin. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku di rewşên wiha de hêza mezin di destê kîjan alî de be, ew dikare şer rawestîne.

Monica Frassonî herî dawî jî diyar kir ku ew bi şerê li nav Sûra navçeya Diyarbekir matmayî mane dema tê topbaran kirin ku di bin wê topbaranê de welatî hene. Endamê  Gruba Azad û Parlamenterê Parlamentoya YEyê Josep Marîa Tarricabras jî got ku di rewşeke ku Kurdistan wiha di bin xeteriyan de ye, hatin û dîtin girîng e û divê YEyê jî bi berpirsyarî nêzîkî van pêşketinan bibe.

Tarîcabras da zanîn ku hêza parlamenteran tune, lê dikarin bandorê bikin û ragihand ku ew dê hemû agahiyên berhev kirine, ji bo destpê kirina proseya danûstandinê bikar bînin û wiha axifî: “Mebesta hatina me ew e ku qeyran û karvedanên li vir tên kirin, neheqî û binbêkirinên maf û azadiyan bikin rojeva Ewropayê daku şer raweste û demokrasî pêk were.”

Serokê DİTAMê Mihemed Kaya jî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ji şandê re hatiye gotin ku, ji ber bawerî di nabera aliyên şer dikin de tuneye; pêdivî bi çavdêren 3-emîn heye û daxwaz hatiye kirin welatek wek Emerîka yan jî ji Ewropayê çevdêrî û hewla danûstandinan were kirin.

Mihemed Kaya got: “Tiştê ku di hevdîtnan de derket pêş ew bû ku welatên Ewropî, ji ber polîtikayên penaberan, kirinên Tirkiyê paşguh dixin û naxwazin bibînin. Lê Ewropa divê ji bo ku Tirkiye berevaniya multeciyan dike, binpê kirinên mafên mirovan jî bibînin.”

Diyar e aloziyên li Bakurê Kurdistanê bala welatên rojavayî jî dikşîne, teqrîben heyvek berê  Balyozê Emerîkayê serdana Bakurê Kurdistanê kiribû û hefteya borî jî disa şandek ji partiyên çepgir ên Ewropayê li Bakurê Kurdistanê hevdîtin kiribûn.

Hevseroka Partiya Kesk a YEyê Monica Frassonî

Serokê DİTAMê Mihemed Kaya