Xelkê Îranê Civata Şûra û Pisporan hildibijêre

Li Îranê dengdana bo hilbijartina nûnerên Civata Şûra ya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî dest pê kir. Aliyên siyasî ji bo bidestxistina 290 kursiyên Civata Şûra û 88 kursiyên Civata pisporan hevrikiyê dikin.

K24 – Tehran

Li Îranê dengdana bo hilbijartina nûnerên Civata Şûra ya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî dest pê kir. Aliyên siyasî ji bo bidestxistina 290 kursiyên Civata Şûra û 88 kursiyên Civata pisporan hevrikiyê dikin.

Serokê Navenda Giştî ya Hilbijartina Îranê ragihand ku dema hilbijartinê herî kêm 10 saet dibe û dengder dikarin ji saet 8ê sibehê heta 6ê êvarê dengê xwe bidin, lê li hinek navendan eger pêwist bike dibe ku wext were dirêj kirin.

Derbarê xebatên hilbijartinê de Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Îranê Husên Elî Emîrî da zanîn ku li hemû bajarên Îranê 120 hezar sindoqên dengdanê ji bo Civata Şûra ya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî hatine danîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulreza Fezlî jî diyar kirk u encamên dawî yên hilbijartinê roja şemiyê tên ragihandin, lê dema birêveçûna qonaxa duyem a dengdanê nehatiye diyarkirin.

Serokê Navenda Giştî ya Hilbijartinê Şehabeddîn Çawûşî li Tehranê derheqa hilbijartinê de agahî dan û got: "Nêzîka 8 milyon û nîv dengder li Tehranê hene û eger heye pêdiviya proseya cudakirina dengên Tehranê bi du-sê rojan hebe."

Li gor berpirsên Îranê, Şûraya Nîgehban ku çavdêriya hilbijartinê dike, 6 hezar û 333 berbijar qebûl kirine û doh bi fermî ragihand ku ji wê hejmarê hezar û 480 kes paşde vekişiyane.

Reformxwaz û alîgirên Hesen Rûhanî, hêvî dikin ku di vê hilbijartinê de bikaribin hejmara aliyê beramber li Civata Şûraya Komara Îslamî kêm bikin. Aliyê beramber mihafezekar jî ku gelek berbijêrên wan ji aliyê Şûreya Nîgehban ve hatine qebûlkirin, dixwazin hejmara kursiyên xwe zêdetir bikin.