Hevserokên şaredariya Dêrikê hatin girtin

Hevserokên Şaredariya Dêrikê Sebahat Çetînkaya û Abdûlkerîm Erdem hatin girtin.

K24 – Mêrdîn

Hevserokên Şaredariya Dêrikê Sebahat Çetînkaya û Abdûlkerîm Erdem hatin girtin.

Li bakurê Kurdistanê navçeya Dêrikê hevserok û rêveberên şaredariyê bi iddiaya li hemberî xendekên li navçeyê hatine kolandin bêdeng mane 4 roj berê hatibûn binçavkirin.

Îro hat ragihandin ku Hevşaredar Sebahat Çetînkaya û Abdûlkerîm Erdem û cigîrên wan Murat Ozuçalişir û Cebraîl Parilti bi îddiaya endamê PKKê ne hatin girtin. 2 Endamên meclîsa şaredariyê jî hatin berdan.

Duh jî Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk DBPê yên Şaxa Wan û Sêrtê hatibûn binçavkirin.