Li Sûra Diyarbekirê rê hat vekirin lê kes derneket

Li Sûra Navçeya Diyarbekirê, ji bo ku welatiyên li ciyên operasyonê bikaribin derkevin 4-emîn car rê hat vekirin, lê tu kes derneket. Malbat dixwazin çalakvan jî derkevin lê ew red dikin û malbat jî naxwazin zarokên xwe bi tenê bihêlin.

K24 – Diyarbekir

Li 6 taxên Sûrê ev 87 roj e ku qedexeya derketina derve û hetin-çûnê hatiye raghandin û li navçeyê şer û pevçûn di navber hêzên ewlehiya dewleta Tirk û çalakvanên Hêzên Parastina Sivîl (YPS) de berdewam in.

Saziyên sivîl û şandên navdewletî ji hikûmet û dewleta Trik daxwaz kiribûn ku rê bê vekirin û sivîlên li navçeyê bên veguhestin. Lê ev çaremîn car e ku rê tê vekirin û kes ji cihê xwe dernakeve. Tenê di 16ê Sibatê de, yek  ji wan birîndar 6 kes hatibûn veguhastin û jina ku birîndar bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû. 

Rê saet sisê û nîvê piştî nîvroyê bi dema Tirkiyê heta 5-an berdewam kir û polîsan bi anonsan daxwaz kirin ku kesên dixwazin derkevin di wê rêyê re derkevin. Di dema ku rê hatin vekirin de tu çek nehatin teqandin.  Lê piştî tu kes derneket, li navçeyê operasyonan careke din destpê kir.

Li gor agahiyên ku Kurdistan24ê bidest xistine, malbat û sivîlên li navçeyê dixwazin çalakvan jî derkevin, lê çalakvan red dikin û malbat jî dibêjin ew zarokên xwe ji mirinê re bicîh nahêlin û naçin.