Fransayê ciblxaneyekî çekên DAIŞê kir arman

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de Fransayê 20 firokeyên xwe li Urdinê bicîkirine, ew firoke ligel ên welatên din operasyonan li dijî DAIŞê encam didin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Fransayê ragehand ku, firokeyên wan cibilxaneyekî çekên DAIŞê li bajarê Reqayê kirin armanc û ji nav birin.

Derbarên wê operasytonê Wezareta Fransayê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kirk u, firokeyîn Hevpeymaniya Niştimanî di beşdarî di wê opersyona firokeyên wan bi ser navend û cibilxaneya çek û teqemeniyên DAIŞê de li bajarê Reqayê de kir.

Wezareta Berevaniyê ya fransayê da zanîn ku, firokeyên wan ji navendeke leşkerî ji welatê Urdinê li başurê Sûriyê firîn.

Berî niha Fransayê barhilgira xwe ya firokeyan Şarli Dîgol bi armanca operasyonên li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê şandibû navçeyê. Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de Fransayê 20 firokeyên xwe li Urdinê bicîkirine, ew firoke ligel ên welatên din operasyonan li dijî DAIŞê encam didin.