Balafirgeha herî mezin a cîhanê piştî 2 salan vedibe

Balafirgeha herî mezin a dinyayê ku li Stenbolê tê çêkirin, di sala 2018an de meha Sibatê dê bê vekirin. Armanc ew e ku salê 200 milyon rêwî vê balafirgeha navneteweyî bikarbînin.

K24 - Stenbol

Balafirgeha herî mezin a dinyayê ku li Stenbolê tê çêkirin, di sala 2018an de meha Sibatê dê bê vekirin. Armanc ew e ku salê 200 milyon rêwî vê balafirgeha navneteweyî bikarbînin.

Balafirgeha sisiyan li Stenbolê di navbera gundên Yenikoy û Akpinarê de li ser 76 milyon û nîv metreqare erdê tê çêkirin. Di şantiyê de 2 hezar barhilgir, 400 makîneyên kar û 12 hezar karker bi şev û roj dixebitin.

Tê texmînkirin ku her roj 3 hezar û 500 balafir dê jê bifirin û ji bo 400 welatan çûnûhatin wê pêk were. Balafirgeha ku dê bibe navenda hewagerî ya cîhanê ji aliyê kompanyaya Aîrport Grand Stenbolê ve tê avakirin. CEOyê kompanyayê Yusuf Akçayoglu dest nîşan kir ku ji sedî 20'ê balafirgehê hatiye çêkirin. 7 têketinê termînalê dê hebin. Xebatkarên biyanî jî hene. 300 Vîetnamî û 300 Pakîstaniyên ajokar dixebitin.

Akçayoglu li ser pirsa "Dema ev balafirgeha nû hat çêkirin gelo balafirgeha Ataturkê dê çi bibe?" wiha got: Ez nabêjim wê were girtin lê belê di îhaleyê de tê gotin hemû kar û barên balafirgeha Ataturkê dê bên veguhestin bo balafirgeha nû.

Hat diyar kirin ku ji bo balafirgeha herî berfireh a dinyayê veberhênaneke 9 milyar û 500 milyon dolarî hatiye kirin. 165 pira siwarbûnê ya rêwiyan û cihê 500 balafiran wê bibin. Li Stenbolê niha 2 balafirgeh hene. Yek li aliyê Anatolyayê ye, yek jî li aliyê Ewropayê ye. Ev balafirgeha dawî jî li aliyê Ewropayê tê çêkirin.