Xizmên windayiyan daxwaza dîtina kes û karên xwe dikin

İHD û Xizmên windayiyan, di hefteya 68emîn de jî, daxwaza dîtin û cezakirina bersûcên welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin û kuştin kirin.

K24 – Diyarbekir

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Xizmên windayiyan, li ber peykerê mafê jiyanê yê Diyarbekirê, di hefteya 68emîn de jî, daxwaza dîtin û cezakirina bersûcên welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin û kuştin kirin.

Serokê İHDê yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî, daxuayand ku ew wek her hefteyê disa bi heman daxwazê xwepêşandan kirin û da zanîn ku heta niha jî tu bersûcek nehatiye ceza kirin, lê komkujî û winda kirin hêj jî didom in.

Bîlîcî di diyar kir ku bi vê şêwazê dewlet tenê sûcê mirovahiyê dike û nikare çareserî peyda bike. Herwiha ragihand ku rêya çareseriyê ne kuştin û wêran kirin e, di danûsiten û diyalog e.

Bîlîcî bal kişand ser wê yekê ku sivîlên li Sûra navçeya Diyarbekirê jî daxwaza ku 5 rêvebirên sivîl biçin wan werbigrin kirine, lê dewlet li ciyê wê daxwazê bicîh bîne, diçe li wê derê anonsan dike da ku komkujiya xwe rewa bike.

Li Bakurê Kurdistanê di salên 1990an de ji 18 hezaran zêdetir welatiyên Kurd, bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin û tu bersûcekî wan bûyeran nehatine cezakirin.