Peymana Dolmabahçeyê çima neçû serî?

Li Tirkiyê sala borî di 28ê Sibatê de peymana Dolmabahçeyê ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû amadekirin neçû serî û şerekî mezin derket.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê sala borî di 28ê Sibatê de peymana Dolmabahçeyê ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû amadekirin neçû serî û şerekî mezin derket. Di ser peymanê re salek derbas bû. Ligel nepejirandina peymanê li Bakurê Kurdistanê aloziyeke çêbû.

Peymana Dolmabahçeyê bi armanca çareserkirina pirsa Kurd par di 28ê Sibatê de li Stenbolê di navbera şanda HDP û rayedarên hikûmeta Ak Partiyê de pêk hat. Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan da zanîn ku "Eger li ser peymanê bê lihevkirin li dewsa têkoşîna bi çek dê siyaseta demokratîk dest pê bike.

Di sala 2012an de cara yekem ji dewleta Tirk şandeyek çû Îmraliyê. Piştre parlamenterên wê çaxê yên BDPê Ayla Akat Ata û Ahmet Turk ji bo hevdîtina ligel Ocalan berê xwe dan Îmraliyê. Piştre re nîqaşên proseya guftûgoya demokratîk dest pê kirin.

Li Diyarbekirê, di sala 2013an de deklarasyona ku Ocalan nivîsibû li meydana Newrozê hat xwendin. Ocalan, ji bo siyaseta demokratîk bang li PKKê dikir daku çekdarên xwe ber bi sînorên derve vekişîne. Li ser vê rêvebirên PKKê yên Qandîlê biharê kongreyek pêk anîn û biryara vekişandinê dan. Gerîllayên PKKê ji bakurê Kurdistanê kom bi kom ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ketin. Ji aliyê din ve hikûmetê jî dê mijarên girtiyên siyasî û nexweş di serî de li ser gelek meseleyan serarestkirinên qanûnî yên pêwîst bikira.

Ji bo xwendina peyama ku ji 10 xalan pêk dihat roja 28ê Sibatê hat hilbijartin. Çima ev roj? Ji ber di 28ê Sibatê sala 1997an de derbeyeke leşkerî hat kirin. Armanca bijartina vê rojê bi vê peyama dîrokî li dijî derbekaran jî bersiveke demokratîk bû.

Û ew roj hat. Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Navxwe Efkan Ala, Cîgirê Serokê Koma Ak Partî Mahîr Unal, Rawêjkarê Ewlekariya Kamûyê Muhammed Dervîşoglu, Parlamenterên HDPê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken li Dolmabahçeyê civiyan. Onder li ber kamerayan zindî peyama ku ji 10 xalan pêk dihat xwend. Di peyamê de mijarên proseya aştî, komara demokratîk, destûreke nû, naverok û nasîna siyaseta demokratîk, nasîna nasnameyê, hemwelatiyek azad, çand û mafên jinan cih digirtin.

Piştî demeke kurt Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina li Dolmabahçeyê nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Ev tiştekî ne rast e." Li gor Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş haya Erdogan ji hemû naverokên hevdîtina li Îmraliyê û Dolmabahçeyê hebû û wî destûr jî dabû. Bidawîbûna hevdîtinê şer dest pê kir. Li gor pisporan 2 sedemên girîng hene ku proseya aştiyê qediya ye. Yek geşedanên li Rojavayê Kurdistanê, yek jî her du aliyan ji hev bawer nedikirin.