Di hilbijartinên Îranê de "reformxwaz" li pêş in

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên Îranê yên 2016an ji lîsteya 16 kesî ya alîgirên Refsencanî û Ruhanî dê 13 berbijêr bikevin Civata Pisporan a Îranê.

K24 – Tehran

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên Îranê yên 2016an ji lîsteya 16 kesî ya alîgirên Refsencanî û Ruhanî dê 13 berbijêr bikevin Civata Pisporan a Îranê.

Di hilbijartinên Îranê yên 2016an de alîgirên “reformxwaz” ên serokomarê berê Haşîmî Refsencanî û alîgirên “nerm” ên serokomarê niha yê Îranê Hesen Ruhanî bi lîsteyeke 16 kesî ketibûn hilbijartinan.

Li gor encamên nefermî yên destpêkê, li Tehranê 1,5 milyon hilbijêr çûne ser sindoqan û Refsencanî bi 692 hezar dengan yekemîn e Ruhanî jî bi 652 hezar dengan duyemîn e.

Hat ragihandin ku serokê lîsteya muhafezekaran Ayetullah Cennetî bi 476 hezar dengan tenê rêza 10emîn bi dest xistiye ku sekreterê giştî yê Konseya Parastina Destûrê ye.

Li aliyê din ji girgirekên muhafezekaran ê li Tehranê Muhammed Yezdî di rêza 12em û Misbah Yezdî jî di rêza 16em de ye. Li gor texmînan sindoqên venebûyî û nejimartî dê bandoreke berbiçav li ser rêza Refsencanî û Ruhanî nekin.