"Pilana "B" li Sûriyê bi rengê xwe yê zelal aşkere ne bûye."

Sê roj bi ser cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê re derbasbûn, heta niha aliyên navdewletî ji cebecîkirina wê razîne, çavdêrên siyasî jî tekez dikin ku, agirbest bi ser nakeve û wê di demeke nêzîk de dest bi pilana "B" were bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/558595b5-cb64-4c3d-bca7-33bbdbaae534/salih%20injar.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Şirovekarê Siyasî û Rojnamevan Salih Demîcer ragehand ku, pilana "B" li Sûriyê heta niha bi rengê xwe yê zelal aşkere nebûye.

Derbarê agirbesta li Sûriyê û neserkeftina wê û pilana "B" Şirovekarê Siyasî û Rojnamevan Salih Demîcer ji K24ê re wiha got: "Kes nizane pilana B çiye?, heta niha kesekî diyar nekirye, hinek werdgerînin weko dabeşkirina Sûriyê, kesên din jî dibêjin ku, pilana "B" pêkanîna nevçeyeke Tambon li bakurê Sûriyê, hin çavdêrên siyasî jî dibînin ku, ew pilan destewerdaneke bejayî ji aliyê Erbistana Siûdiyê û Tirkiyê ve li Sûriyê. Wate Pilana B bi rengê xwe yê zelal aşkere nebûye."

Demîcer tekez kir ku, eger pilana A ew jî agirbesta ku niha li Sûriyê ketiye ware cîbecîkirinê de, bi ser nekeve wê demê cîbecîkirina pilana B wê destpê bike.