YNK, bi pirojeyka nû li gel serokê Herêmê Kom dibe

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistan(YNK) bi pirojeyaka nû li gel serokê Herêma Kurdistanê dê kom bibe. Endamekê Mekteba Sîyasîya YNKyê naveroka wê pirojeyê bo Kurdistan24 aşkera kir.

K24: Hewlêr:

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistan(YNK) bi pirojeyaka nû li gel serokê Herêma Kurdistanê dê kom bibe. Endamekê Mekteba Sîyasîya YNKyê naveroka wê pirojeyê bo Kurdistan24 aşkera kir.

Endamê Mekteba Sîyasî YNKyê got: Fihête bo ew kesê daxwaza asayîkirina rewşê dike merc hebe. Gotebêjê Hizba Şûi jî daxwaz ji Partîya Dîmukrtîya Kurdistanê (PDK)yê û Gorran dike bê merc kom bibin.

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê bi pirojeyekê nû ve heftîya dahatî li gel Mesûd barzanî Serokê Herêma kurdistanê dê kom bibe.  Ev pirojeya nûya YNKyê ji pênc xalên serekî pêkahatîye. Tewera yekê taybete bi gazîkirina Barzanîn bo kongireya Miyûnşinê û karakirina Perleman û hikumet û çareserkirina tengijeya darayî û rêk vexistina peywendîyên di navebra Hewlêr û Bexdayê de û rêkkevtina petrolê di navebra Herêma Kurdistanê û Turkîyayê de ku YNKyê guman ji wê rêkkevtinê heye.

Sedî Pîre, Endamekê Mekteba Sîyasîya evê partîyê dibêje ev kombûn derê çareserîya yekcarîya arîşeyan dê veke.

Hizba Şûi li Kurdistanê ezmûna çend salî li gel evan dû partîyan heye û Baba Elî Cebarî gotebêjê evê partîyê dibêje: YNK û PDK dikarin arîşeyan çareser bikin û daxwaz ji PDKyê û Gorranê jî dike bê merc kombûna dû alî encam bidin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1cfbd177-031d-4fe9-9ef5-a73c6108e818/ynk%20w%20barzani.ism/manifest