Li Mombay perde li ser peykerê Mistefa Barzanî dihê rakirin.

Biryare Evro Sêşmbîyê li bajarê Mombayê, Paytexta Hindistanê perde li ser peykerê Mela Mistefa Barzanî bihê rakirin.

K24- Mombay:

Biryare Evro Sêşmbîyê li bajarê Mombayê, Paytexta Hindistanê perde li ser peykerê Mela Mistefa Barzanî bihê rakirin.

Nûçegihanê Kurdistan24 li Mombay ragehand:  Amadekirina temam hatîyekirn dakû li yek ji mozexaneyên Mombayê perde bihê rakirin li ser peykerê  serkirdeyê Kurd Mela Mistefa Barzanî.

Got jî: ev peyker ji alîyê xwîndkarekê diktorayê bi nave Ehmed Celal li Mombay bi harîkarîya mozexaneya Sunêl hatîye duristkirin. Rêveberê mozexaneyê jî her nave wî Sûnêle û ev peyker bi destên wî hatîye duristkirin û evî xwîndkarî xercçyê duristkirina peykerî xistîye di stûyê xwe de.

Di hevpeyvîneka Kurdistan 24 de, Ehmed Celal got: Sê salan berî niha min serdana mozexaneyeka Mombayê kir, peykerên gelek serok û şorişvan û rewşenbîran têde hebûn. Min hizrek da xwedîyê mozexaneyê ku peykerê Barzanîyê Nemir li mozexaneyê durist bike, piştî dîtina wêneyan biryarda peykerê Barzanîyê nemir durist bike.

Herweha got: bi xweşhalî ve evro di vê mozexaneyê de perde li ser peykerê Barzanîyê Nemir dihê rakirin.

Behsa wê yekê jî kirk u peykerê Barzanîyê Nemir ji alîyê Sonêl hatîye duristkirin ku yeke ji baştirîn peykersazên Asyayê û mozexaneya wî jî baştirîn mozexaneye li Hindistanê.

Evî xwîndkarî xuya kir ku bo danan peykerî di vê mozexaneyê de xelik pereyek mezin didin xwedîyê wî, vêcar jî qibûl nake hemû peykeran li mozexaneyê bihên danîn, lê wî heya niha daxwaza perey ji min nekirîye.

Li ser amdenebûna şanda hikumeta Kurdistanê û dezgehên din yên peywendîdar, Ehmed Celal amaje bi wê yekê kir: Mehekê berî niha min hikumet agahdar kir û min çi daxwazî jî ji wan nekirîye tenê ez hez dikim pişikdar bin divê rêûresmê de.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f8b1a655-2a7e-47a8-8159-9b69c27e6f25/paykari%20mustafa%20barzani.ism/manifest