Pêşmerge li Elmanya Meşqê dikin.

Sûpayê Elmanîya li kempeka meşqkirinê li bakûra wî welatî meşq û rahînan bi Pêşmergeyan dikin li ser şêwazên rûbirûbûnê û şarezabûnê li şerrî û çawanîya komkirina zanîyarîyan li ser dijmin, ev meşq jî dû hefteyan dê berdewam be.

K24- Hewlêr:

Sûpayê Elmanîya li kempeka meşqkirinê li bakûra wî welatî meşq û rahînan bi Pêşmergeyan dikin li ser şêwazên rûbirûbûnê û şarezabûnê li şerrî û çawanîya komkirina zanîyarîyan li ser dijmin, ev meşq jî dû hefteyan dê berdewam be.

Hijmara wan Pêşmergeyên di van meşq û rahînan pişikdarin, 28 Pêşmergene, ku li devera Bondiswêg li bakûra Elmanîyayê meşq û rahîna bi wan dihên kirin.

Rayid Nizar berpirsê yekeya hêzên Pêşmergey, weha dibîne ku, alîkarîyên nêvdewletî bo Pêşmergey, Daiş bê hêz kirîye û ev corên rahînan bi pêdivî dizane bo hemû Pêşmergeyan.

Rayîd Nizar got jî: Şêwaza rahînanê bo nasîna kaxa şerr û qebare û corê dijmin û bikahînana çend teknîkên serbazîye.

Di vê meşqê de Pêşmerge hatine hûkirin ka çawa bê bikarhînana radar, zanyarêyên hûr û pêdivî dê kom bikin li ser dijmin û hilsengandinê bo bikin û xalê lawazîya dijmin bizanin.

Meşqkarên Elmanîya ev meşq û rahînan bo opirsyûna dahatîya hêza Pêşmerge bi giring dizanin.

Colonîl Norbêrt Haynlîn meşqkarê supayê Elmanîya dibêje: Nasîna dijmin û kaxa cengê canê te diparêze, eger ez dijminê xwe baş binasim dizanim çawa refytarê li gel bikim û zîyana min kêmtir dibe. Opirasyûnêna min karîgertir û serkevtîtir dibe.

Elmanîya, jî wan welatên pêşenge ku harîkarîyên serbazî û çekan dide Herêama Kurdistanê.

Ev di demekê de ye ku li sala 2014 çend efserên Pêşmerge li bajaroka Bavarîya, devera Hamêlbêrg meşq pê hatibûn kirin ji alîyê meşqkarên serbazîyên Elmanîyayê û dûv re jî vegerîyan bo Herêma Kurdistanê bo pişikdarîyê di şerre Daiş de.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/be03dd75-97ac-4d5f-9aa3-55b90caf4f41/Elmanya%20Peshmerge.ism/manifest