Li Tirkiye û Kurdistanê hejmara girtiyan zêde dibe

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyan di nav 10 salan de ji 100 hezarî zêdetir bûye û girtîgehên heyî têr nakin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cd29d2bd-059e-4ca2-b60d-a053198c36ca/Hejmara%20girtiyan.ism/manifest

Gonul Gun / K24 – Stenbol

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyan di nav 10 salan de ji 100 hezarî zêdetir bûye û girtîgehên heyî têr nakin. Niha li Tirkiyê ji bo 179 hezar girtiyan 361 girtîgeh hene. Lê bi zêdebûna mehkûman hejmara girtiyan gihîştiye 184 hezar kesan.

Li gor agahiyên Wezarata Dadê, 290 sergirtî, 60 vekirî, 2 yên zarokan, 5 yên jinan ên girtî, yek ya jinan vekirî, 3 heb yên girtî yên zarokan bi giştî 361 girtîgeh li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hene.

158 hezar û 118 girtî, 26 hezar û 376 mehkûm, bi temamî 184 hezar û 494 kes di girtîgehan de ne. Hat ragihandin ku di girtîgehê de, 175 hezar û 445 mêr, 6 hezar û 616 jin û 2 hezar û 433 jî zarok hene.

Parêzer Necat Ozdemîr derheqê vê mijarê de dest nîşan kir ku eger hejmara gîrtî û mehkuman di welatekî de zêde be di edeleta wî welatî de, xuya ye ku pirsgirêk heye.

Parêzer Necat Ozdemîr ji Kurdistan24ê re got: “Tirkiyê bi biryarên xwe yên sîyasî dijmin zêdetir kirine. Wan dijminên ku wek dijminên dewletê, wek dijminên desthilatan, wek dijminên sîyasetê tên dîtin li gor demên berê zêdetir li ser van operasyon têne kirin û zêdetir kes tên girtin.”

Di nav civatê de biryarên dadgehê her tim hatine nîqaşkirin. Parêzer Necat Ozdemîr amaje bi wê yekê dike ku di bingeha welatekî, dewletekê de pêwîst e ku edelet hebe: “Divê erka dadmendiyê, erka edeletê, ji bin bandora sîyasetê derkeve.“

Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak jî diyar dike ku divê ew wek komele rewşa girtîgehan bişopînin: “Rêjeya zêdebûna girtî û mehkuman nîşaneya pirsgirêka demokrasî û edeletê ye. Ligel rewşa girtîgehên niha pirsgirêka mafên mirovan jî rû dide.”

Wezarata Dadî, ji bo vê rewşê him nivînên girtîgehan zêde dike him jî bi awayekê lezgîn girtîhegan çêdike. Li gor agahiyên dadî, di girtîgehan de, hejmara girtiyan li gor demên berê kêm bûye.

Parêzer Necat Ozdemîr