Hewlêr, Silêmanî , Mehaba û Amed li Rojava dicivin

Li bajarê Dêrka Hemko yê Rojavayê Kurdistanê 18e park hene, di dema rejîma Sûriyê de bê guhdan bûn, lê piştî ku, Şaredariya bajêr kete destê Kurdan de ew bi navên Kurdî hatin vekirin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2ffdb42c-579b-4445-a7af-87d875a9fe00/park-derik.ism/manifest

K24-Dêrik

Di çarçûveya projeyên Şaredariya bajarê Dêrêkê de, yê Rojavayê Kurdistanê,  Hewlêr Silêmanî , Mehaba û Amed bi rêya vekirina çar Parkan  li wî bajarî dicivin, ew her 4 park navê her çar bajarên Kurdistanî hildigre.

Derbarê vekirina wan parkan de, Cîgirê Serokê Şaredariya Dêrikê Dr. Ebdulmesîh Coco wiha ji K24ê re got: "Me berî niha navên wan bajarên Kurdistanî destnîşan kir bûn, raste sînor di nav her çar perçeyên Kurdistanê de hene lê di dilê me de sînor nînin û Kurdistan yek parçeye, lewma me xwest em Kurdistanê di vî parkê de bikin yek."

Welatiyên bajêr jî kêfxweşiya xwe derbarê vekirina wê parkê binavê bajarên Kurdistanî tînin ziman, hêvîdikin ku, hebûna navên bajarê Kurdistanî bibe sedema yekgirtina Kurdan, herwiha bibe weke pênasînekî ji wan bajaran.

Derbarê vê mijarê de welatiyeke jin bi navê nazelîn Ebdê wiha ji K24ê re axifî: "Berî niha nave wê parkê Erebî bû, lê niha em binave wê yê Kurdî kêfxweşin, zarokê me tê de lîstikên cor bicor dileyîzin û şad dibin."

Zarokekî Kurd ji bajarê Dêrikê bi navê Elî Mihmed kêfxweşiya xwe bi vekirina parkê re wiha ji K24ê re tine ziman û dibêje: "Em gelekî kêfxweşin, em berî niha li cadeya dilîstin, ji ber hatinûçûna otombîlan metrsî li ser jiyana me hebû, lê niha em bi aramî  di nav dar û gulan de li parkê dilîzin."

Li bajarê Dêrka Hemko yê Rojavayê Kurdistanê 18e park hene, di dema rejîma Sûriyê de bê guhdan bûn,  lê piştî ku, Şaredariya bajêr kete destê Kurdan de ew bi navên Kurdî hatin vekirin.