“Werin em nimêja înê li Sumerparkê bikin”

Parlamenterên HDPê Erdogmûş û Baydemir, bo 4ê Adarê bangawazî kirin daku hemû aliyên civakî yên şer naxwwazin werin li Sumerparkê beşdarî nimêja înê bibin û diayan bikin.

K24-Diyarbekir

Diyarde û bîlançoya şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê her diçe giran û xetertir dibe. Li Sûra Diyarbekirê ku 93 roj e, qedexe hatiye ragihandin û şer û alozî didomin jî bo kuştin û encamên xeter pêkneyên, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û saziyên sivîl yên bi wan ve girêdayî banga xwepêşandan û çalakiyên sivîl kirin.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demiratş da zanîn ku piştî meş û xwepêşandanên 2ê Adarê 12 kesên sivîl hatine derxistin, lê li gor agahiyên gihiştine wan jî nakokî hene. Li gor agahiyên hatine ragihandin jî ew 12 kes li qerekolan di lêprsînê de ne. Demirtaş diyar kir ku ewê ji bo kesekî din jî neyê kuştin çalakî û hewldanên xwe bidomînin.

Miftiyê Diyarbekirê yê berê û Parlamenterê HDPê Nîmetilah Erdogmûş û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir jî, ji bo 4ê Adarê bangawazî kirin ku, hemû aliyên civakî yên şer û kuştinan naxwwazin werin li Sumerparkê beşdarî nimêja înê bibin û diayan bikin.

Parlamenteran ragihadin ku, ew naxwazin kuştinên wek li Cizîrê li Sûrê jî pêk werin û hêvî kirin ku ev înî bibe îniya aştiyê ya pîroz. Herwiha gotin ku her kes dikare ji bo rawestandina şer û kuştinan tiştek bike û dia jî yek ji wan e.