Zarokên Kurd li benda Pelîstanka xwe ne

Amadekar û pêşkeşkarê bernameyê zarokan Kurdo Gelalî dibêje ku girtina kanala Pelîstank dê di warê derûnî de bandoreke xirab li zarokan bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/58170429-18cc-4cf0-914d-b10990600178/daxstni%20kenali%20kurdi.ism/manifest

Yekemîn kanala taybet a zarokan li Herêma Kurdistanê ji ber krîza aborî weşana wê hat rawestandin. Amadekar û pêşkeşkarê bernameyê zarokan Kurdo Gelalî jî dibêje ku girtina kanalê dê di warê derûnî de bandoreke xirab li zarokan bike.

Filmên kartonî bi zimanê Kurdî… Klîp û stranên zarokan… jib o van zarokan li ser ekranê nemane. Ew bi şandina wêneyan hevxemiya xwe ji ber girtina Pelîstank tînin ziman. Rêveberên kanalê jî wiha dibêje: "Me hemû hewldanên xwe kirin daku kanal neyê girtin û em li ser xizmetkirina bo zarokan berdewam bin, lê krîza aborî rê nade me."

Civaknasek jî girtina Pelîstank Tv a zarokan wek metirsî dibîne û Kurdo Gelalî jî ku 25 salan li Swêd, Kanada û Kurdistanê di ware zarokan de kar dike, dibêje: "Nabe zarok tevlî siyaseta aborî ya welêt bên kirin. Zarok niha bi çar çavan li benda kanala xwe ne."

Ji ber krîza aborî piştîvaniya hikûmetê bo beşeke zêde ya medyayê kêm bûye. Wezareta Rewşenbîrî jî derbarê girtina medya taybet de ragihand ku alîkarîkirina sektora taybet di yasayên hikûmetê de nîne.

Li Herêma Kurdistanê mohleta karkirinê ya 153 televizyonan heye û mafê weşanê yê nêzîka 95 kanalên local û esmanî heye. Pirsgirêka aborî ya piraniya kanalan heye û demên borî di hundirê 3 rojan de 3 kanalên esmanî yên Kurdî hatin girtin.