TEV-DEM daxuyaniyên Îtîlafê red dike

Serkideyekî TEV-DEMê, tuhmetên opozîsyona Sûriyê yên dibêje ku YPGê wek hêzeke Şîe li aliyê rêjîmê şer dike, red kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkideyekî TEV-DEMê, tuhmetên opozîsyona Sûriyê yên dibêje ku YPGê wek hêzeke Şîe li aliyê rêjîmê şer dike, red kir.

Serkirdê di TEV-DEMê de Ferhat Têlo ji K24ê re ragihand ku, Riyad Hicab serkêşiya Partiya Bees li Dêrezorê wek beesiyekî pir şovînî dikir û dikare li dijî gelê Kurd û hêza wê leşkerî bi vî rengî biaxive, herwiha ew mil bi mil bi serokê hêzên ewlehiyê di serhildana Qamişlo 2004an de beşdar bû û komkujî li ser gelê Kurd çê kir.”  

Serokê desteya bilind a danûstandinan, Riyad Hicab li Parîsê  di konfiranseke rojnamevanî de bi tundî rexne li YPGê kir û ragihand ku, YPG  wekî mîlîşatên Şîe, şere gelê sûriyê dike.

Têlo amaje bi wê yekê kirk u, Riyad Hicab heta sala 2012an li aliyê rêjîma Sûriyê bû, niha jî di nava Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de, ji serkeftinên HSD li dijî DAIŞê dilteng e.”

Têlo got jî: “Ji destpêka destêwerdana Rûsya li rêjîmê, rêjîm xortir bûye, rêjîm pê ne gerek e ku em alîkariya wê bikin, berovajî vê yekê jî me gelek qirbanî li dijî rêjîmê dane.”

Têlo diyar kir, ev axafitinên Hicab tên, piştî nêzîkbûna civînên Cenêvê, ti nîşan tune ne jî ku ew danûstandin biser kevin, lewre ji ber aloziya opozîsyonê, her car êrîşî Kurd dikin.