Li Enqerê pêşbirkeya Tîravejiya Cîhanê hat kirin

Pêşbirkeya Tîravêjiya Cîhanê di 2ê meha Adarê de li Enqereya paytexta Tirkiyê dest pê kir. Ev pêşbirke ku cara pêşîn e li Tirkiyê tê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9efe7cf1-afc3-4399-8cb3-1484a26eedab/LiEnqereTiravejiyaCihane.ism/manifest

K24 - Enqere

Pêşbirkeya Tîravêjiya Cîhanê di 2ê meha Adarê de li Enqereya paytexta Tirkiyê dest pê kir. Ev pêşbirke ku cara pêşîn e li Tirkiyê tê kirin û li Hola Congressiuemê li dar dikeve dê heta 6 Adarê berdewam bike.

Di vê şamponiyê de ku di 6 waran de tê sazkirin ji 37 welatan 263 tîravêjên bijare yên cîhanê beşdariyê tê de dikin. Di 2-3-4ê Adarê de tûrên vavartinê hatin sazkirin û di 5-6 Adarê de jî dê tûrên fînalê bêne sazkirin.  Li aliyê din, roja şemiyê pêşbirkeya ciwanan hate sazkirin ku tê de tîma lawan ya Tirkiyê di rêza duyemîn de cih girt.

Antrenorê Tîma Lawan ya Tirkiyê Oguz Kuçuk di vê derbarê de got: "Me dixwest em medalyaya zêrîn bistînin. Mixabin nebû. Lê belê careke din em dê her bibin yekemîn. Herwiha ev cara pêşîn e ku ez beşdariyê di organîzyoneke wiha de dikim. Me di fînalê de medalyaya zêrîn nesitand, lê belê me serkeftineke gelek baş bi dest ve anî."

Hêjayî gotinê ye, di vê şampîyoniyê de tîma Îtalyayê tîma herî serkeftî bû. Tîmên ciwanên lawan û keçan ên Îtalyayê di kategoriyên xwe de bûn yekemîn. Herwiha Îtalya di kategoriya jinan a ferdî de bû duyemîn û di ya mêran de jî bû yekemîn.

Tîravêja Tîma Keçan ya Îtalyayê Tanya Giaccheri wiha axifî: "Ez gelek kefxweş im. Ji ber ku ez di du kategoriyan de serkeftî bûm. Ew ji bo min gelek girîng e."

Tîravêjê Tîma Lawan ya Îtaliyê David Pasqualucci jî wiha dibêje: "Ez îro gelek kelecan im. Lê ne tenê îro, ez di vê hefteya dawiyê de gelek bi kelecan bûm. Em îro tevî pêşbirkeyeke gelek dijwar bûn. Herwiha em ne tenê tîmek in, em hevalên hev ên gelek baş in jî."

Li aliyê din, şamponiya bê ya tîravêjiya cîhanê dê di sala 2018an de li Emerîkayê bê sazkirin. Jê pê ve, di sala 2016an de jî dê li Meksîkayê li bajarê Rioyê Olîmpiyat bêne sazkirin.